Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Australia Hizbullah Wekî Rêxistineke Terorîst Binav Dike


Hikûmeta Australiayê îro Çarşemê ragihand ku ew rêxistina Libnanê ya Hizbullah bi temamî wekî rêxistineke terorîst dide zanîn.

Ev ragihand bi rîya Wezîra Karûbarên Hundir ya Australiayê Karen Andrews hate eşkere kirin.

Ji bilî Hizbullahê, hikûmeta Australia herwiha koma tundrê ya neo-nazî the Base (Bingeh) jî wekî rêxistineke terorîst destnîşan kir.

Andrews got ku herdu grûp gefeyên rasteqîn li ewlekarîya Australiayê dikin.

Australia sala 2003'an baskê derve yê Hizbullahê wekî rêxistinekê terorîst binav kiribû. Lê bi ragihandina roja Çarşemê, ew bû 17emîn welat ku rêxistina ser bi Îranê ve bi temamî wekî komeke terorîst binav dike.

Welatên din jî wekî Amerîka, Kanada, Brîtanya, Îsraîl û Almanya bi temamî grûpa Hizbullahê wekî rêxistineke terorîst didin zanîn.

XS
SM
MD
LG