Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şewatên li Australya Hin Didomin, Hezaran Kes Asê Mane



Karbidestên Australî ragihand ku li herêma New South Wales (NSW) bi dehan hezar kesên ku ji şewata daristanan revîne, li peravên deryayê asê mane.

Karbidestên da zanîn ku keştîyeke bi navê HMAS Choules îro Pêncşembê hezar kes rizgar kirin û çaverê ye ku keştî jibo rizgarkirina hemwelatîyan çend seferên din jî bike.

Karbidestan bi berderwamî got ku şewat li eyaletên din jî belav dibin. Li eyaleta NWS roja Înê rewşa awarte hatibû ragihandin.

Li gor qanûnên Australî karbidestên hember xetera belavbûna şewatê dikarin rûniştvanan ji bajaran veguhezînin.

Li herêma ku şewat li wir didome, elejtrîka 50 hezar rîniştvanan qût bûye û li hin bajarokan ava vexwarinê jî nemaye.

Pisporên jîngehê hişyarî didin ku çaverê ye ku hefteyên pêş germahîya hewayê bilindtir bibe û ew jî îhtîmala şewatan zêdetir bike.

Li gorî daxuyaniyên karbidestên Australya li herêmên NSW û Victoria 8 kes jiber şewatan hatine kuştin û 18 kesên din jî hinda ne.

Li her du ayaletan li 200 cîhan şewat dewam dike û jibo vemirandina agir ji Amerika û Kanada 100 tîmên agirvemir çûne hawara wî welatî.

XS
SM
MD
LG