Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Australya Kuştina Hemwelatîyekî Xwe ya Nav DAIŞ'ê Radigihîne


Australya radigihîne ku hemwelatîyekî wê ku rêvebirekî girîng ya DAIŞê bû, di êrîşeke esmanî ya Amerîkî de li Îraqê hate kuştin.

Serdozgerê Giştî ya Australî George Brandis îro Pêncşemê ji nûçegîhanan re ragihand ku Neil Prakash yê ji li Melbourne di 29'ê Nîsanê de di êrîşeke esmanî de li Mûsîlê hatiye kuştin.

Brandis da zanîn ku Prakash bi karê qezenckirina endamên nû radibû û di vîdyoyên DAIŞ'ê de xwane dibû.

Brandis herwiha dîyar kir ku girêdana Prakash bi çend kiryarên terorîstî yên li Australya jî hebû û wî bang li endamên xwe dikir ku li hember Amerîka êrîşan pêk bînin.

XS
SM
MD
LG