Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Austuralya Dibêje, Hêzên Xwe Yên Herî Dawî ji Afganistanê Vikişandin E


Wezîrê Berevaniya Austuralya Peter Dutton

SYDNEY -AFP, Roja Yekşemê Wezîrê Berevaniya Austuralya, piştrast kir ku wan dawî li vekişandina hêzên welatê xwe kirîye yên ku beşdarbûn di şerê 20 salan yê li Afganistanê de, wezîr got hêzên wan di "Heftiyên dawî" de hatine vekişandin.

Austuralya meha Nîsanê gotbû, ewê heta meha Îlonê hêzên xwe bi temamî ji Afganistanê vekişînin, piştî ku Amerîka biryara bidawî anîna çalakiyên leşkerî dayî li wî welatê ku şeran wêrankirî.

Wezîrê Berevaniyê Peter Dutton gote Sky News, 80 leşkerên wan yên ji bo piştevaniyê li wî welatî mabûn di "hefteyên dawî" de ji Afgansitan derketine.

Wezîr dîsan got "Ev nayê wê wateyê ku em beşdarî helmetan nabîn ligel Amerîka…Lê em vê di berjewendiya xwe ya niştîmanî û di berjewendiya hevalbendên xwe de dibînin." Wî zêdekir û got, "Jibo niha, kempeyn bidawî bûye."

Austuralya di 20 salên borî de nêzî 39,000 leşker weke beşek ji beşdariya NATO li Afganistanê de kirbû, jibo beşdariya di operasyonên dijî Talîbanê û grûpên din yên terorîst de, beşdarîya ku bi mîlyaran dolaran li ser welatê wan rawestiya û 41 leşker jî hatîn kuştin.

Herçende gelek hêzên Austuralya li Afganistanê ne mabûn piştî vekişîna hêzên şerker li dawiya sala 2013ê, lê ew şer bûbû sedema ziyanan û derketina nakokiyan di nava welat de.

Hejmarek ji grûpên şervanên dêrîn yên Austuralya daxwaz ji hikûmetê dikin da ku lêpirsînan bide destpêkirin derbarê haletên xwekuştinê di nava leşkerên jin û mêr yên berê çûbûn Afgansitanê.

Herwiha polîs û leşker niha lêkolînan didomînin derbarî îdîayên ku leşkerên taybet yên hêzên esmanî dibe ku gelek tawanên cengê li Afganistanê encam dabin.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG