Roja Înê polîsên Austuralî dan xûyakirin ku wan 7 kes girtine û plana êrîşên wan yên terorîstî jinava birinê yên da ku, li bajarê Melbourne duyemîn bajarê herî mezin li Austuralya encam bidin.
Graham Ashton berpirsê polîsên herêma Victoria, ragihand ku wan 7 kes desteser kirine, yên ku weha dixweyên Ew endamên Dewleta Îslamê (DAIŞ)ê bin, wan plan kir bû di cejnên bûn û sersalê de li êstgeha trênê ya bi navê (Flinders St Station), li meydana Fedral û dêra St. Paul, êrîşên terorîst pêk bînin.
Ashton dîsan da zanîn ev 7 kese ev demekdirêj bû li jêr çavdêriyê bûn û ji aliyê hêzên ewlekariyê ve dihatin şopandin.
Wek tê zanîn destpêka vê mehê dadgeheka Australî sizayê 20 salên zîndankirinê dabûn xortekî, bi tawna plankirina êrîşên terorîstî li bajarê Sydney.