Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Meşên Piştevaniya Reşan li Austuralya


Li bajarên Austuralya hezaran kes roja Şemiyê beşdarî di xwepêşandanên piştevaniya reşan da kirin û silogana "Jiyana reşan giringe." qêriyan.

Li bajarên weke Brisbane, Darwin û Perth xwepêşandan hebûn, lê li van bajaran rêjeya beşdarbûnê ya kêmtir bû li çav xepêşandanên meha borî, jiber ku berpirsên herêmî daxwazê ji welatiyan dikin ku meşên xwe rawestînin jiber belavbûna vîrusa korona.

Yek ji rêkxerên xwepêşandanan got, meş û xwepêşandanên li bajarên Austuralya beşeke ji xwepêşandanên sernaserî cîhanê yên jiber mirina welatiyê reû yê Amerîkî George Floyd hatbûn destpêkirin dema ku polîsên bajarê Minneapolis ew li dawiya meha Gulanê girtbû û di bin çavan da jiyana xwe ji dest dabû.

Kenalên mediyayî û TViyan, hin tomarên xwepêşandanan weşandin, dema di siloganên xwe di gotin"Ev herdem û dê her û her welatê xwecihên eslî bimîne" bilind idkirin. Herwiha beşdarên nerazî digotin "belê jibo dadweriyê, belê jibo aştiyê, na jibo nijadperistiya polîsan."

Tê çaverê kirin ku sibe roja Yekşemê xwepêşandan li bajarê Sydney despê bike, ku ev meheke xwepêşandanên piştevaniya reşan li wê derê jî dom dikin.

XS
SM
MD
LG