Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çêkerê Fîlmê Ser Jîyana Erdogan li Tirkîyê Hate Girtin


Polîsên Tirk îro Pêncşemê Alî Avci, çêkerê fîlmê ser jîyana Serokomar Recep Tayyîp, bi sedema peywendî ligel Fetullah Gulen ku Tirkîyê wek plandanêrê darbeya leşkerî ya sala borî dibîne, desteser kir.

Desteserkirina Avci, rojeke piştî belavkirina danasîna fîlmê nû “Şîyarbûn” tê ku derheqa kesên ku derbarê kesên kuştî yên di dema hewila darbeya leşkerî de hatiye çêkirin.

Medya Tirkî radigihîne ku fîlmê nû di nav bîragiştî de nerazîbûneke mezin vedaye jiber ku film nîşan dide ku malbata Erdogan tê kuştin û serbazekî jî, dema Erdogan nimêj dike, dabançe daniye paş serê wî.

Avci di meha Adarê de, li pêş referanduma seroktî ya Nîsanê de, fîlmê “Reîs” çêkiribû.

Li ber e, roja Înê li Tirkîyê bernameyên bîranînê jibo wan 249 kesên ku di dema darbê de hatine kuştin werin darxistin.

Li gor ajansa dewleta Tirk, Avci bi endambûna, bi gotina hikûmeta Tirkîyê, “Rêxistina Gulenîst ya Terorê” (Feto) tê tawanbar kirin.

XS
SM
MD
LG