Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Avusturya Zilamek Sûrî bi Tawana Êrişa Dijî Cîhûyan Hat Girtin


Wezîrê Navxwe yê Avusturya Karl Nehammer îro Duşemê ragihand ku penaberekî Sûrî yê 31 salî, ku tê gumankirîn ku hefteya borî êrîş biriye ser rêberêkî Cîhû û sînagogeke ya bajarê Graz, hatiye girtin.

Wezîr Nehammer di preskonferanseke de dîyar kir ku polîsên Grazê do êvarê sûcdar desteser kiriye.

“Zilamê desteserkirî ji sala 2013'an vir ve li Avusturya ye û di dema lêpirsînê de sûcê xwe bi tevahî îtîraf kir," wî got.

Nehammer herwiha ragihand ku polîsan di dema binçavkirinê de alavên di êrîşê de hatiye karanîn, lingeke darîn ya kursîyê û her weha kevirên di çenteyeke de hatiye bi dest xistin.

Wezîr got ku dibe ku îhtîmak heye ku gumanbarê destserkirî dêrêke Katolîk û komeleke LGBTQ jî armanc kiribe.

"Vekolîner bawer dikin ku êrîş bi nerînên îslamî pêk hatiye. Jibp pêşîgirtina êrîşên wî rengî tedbîrên ewlehîyê li navendên civata Cîhû hatine xurt kirin,” wî bi berdewamî got.

Rêberê civata Cîhûyan ya Grazê, Elie Rosen êvara Şemîyê bûbû armanca êrîşeke bi çoyîn ya zilamekî, lê Ew vegerîyabş otomobîla xwe û bê birîndarî filitîbû.

Ev bûyera piştî du êrîşên dijî sînagogan ya hefteya borî qewimî ku pencereyên parestgehê bi betonê hatibû şikandin.

Serokwezîr Sebastian Kurz û Serok Aleksander Van der Bellen de jî di anv de rêberên Avustralî ew êrîş şermezar kiribûn.

XS
SM
MD
LG