Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Avusturya 2 Penaxwazên Çeçenî bi Sedema Tevlîbûna DAIŞê Ceza Dike


Dadgeheke Avusturî îro Pêncşemê cezayê zindanê li 2 penaxwazên Çeçenî birî, bi sedema ku wan xwestiye tev li tundrêyên DAIŞê bibin.

Polîsîn Avusturî dibêjin, zilamê 20 salî ligel hevjîna xwe ya li Tirkîyê hatin sekinandin, dema wan hewil dida ku xwe bigehînin herêmên bin kontrola DAIŞê.

Dadwer Daniel Rechenmacher ragihand ku cezayê 2 sal û 21 meh zindanê li zilamê berguman hatiye birîn û hevjîna wî jî cezayê 19 meh zindanê xwariye.

Karbidest didine zanîn ku jina Çeçenî, di dema desteserkirinê de ducanî bûye û dû re zarokî wê çêbûye ku navê Osama li wî zarokî kiriye.

XS
SM
MD
LG