Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Êrîşa Vîyana, Avusturya Pêdaçûna Ser Kêmahîyên Îstixbaratî Dike


Cîhê êrîşa terorîstî li Vîyena, Avusturya,
Cîhê êrîşa terorîstî li Vîyena, Avusturya,

Wezareta Navxweyî ya Avusturya îro Duşemê piştrast kir ku êrîşkarê cîhadî yê berpirsê êrîşa kujer ya hefta borî, havînê tevî îslamîyên ji derveyî welêt, beşdarî civîneke mezin bûye.

Pispor bal dikşînin ku ev ragihandina hikûmetê asta têkçûna îstîxbarata Avusturya pirtir bi zelalî dide ber çavan.

Serokê Sazîya Ewlehîya Giştî Franz Ruf di preskonferansekê de bersîva pirsên rojnamevanan yên di derbarê êrîşa Vîyana da,

"Civînek di navbera kesên ji Almanya û Swîsre pêk hatiye. Kesên ku di civînê de bi êrişkarê re hazir bûne, di çarçoveya lêpirsînê de hatin girtin," Rauf got.

Avusturya qebûl dike ku di derbarê îstixbarata ser cîhadîyê ku êrîşa çekdarî ya li navenda Vîyana kêmahî û xelatîyên mezin hatine kirin.

Di wê encamê wê êrîşê de 4 kes hatibûn kuştin û jimareke kesin din jî birîndar bûbûn.

Serokê sazîya îstixbarata navxweyî ya Avusturya ya bo bajarê Vîyana bi sedema xeletîyên lêpirsînê, karvekişandina xwe dîyar kiribû.

“Îstixbarata Avusturyaî bi gelemperî qels e û divê were xurt kirin û divê ew jinûve were rêxistin,“ Ruf got.

Avusturya berê jî ragihandibû ku çekdar hewil daye ku li Slovakya sîlah û cebilxane bikire û bi kesên ji Almanya ku di bin şopandina polîsên wî welatî de ne, hevdîtin kirine.

Rojnameya Swîsre, NZZ am Sonntag roja Yekşemê ji zarê du çavkanîyan ragihandibû ku 2 kes li Swîsre, bi têkilîyên bi êrîşa Vîyana hatine girtin.

Rojnameyê ragihandibû ku ew du kes di navbera 16'ê Tîrmeh û 20'ê Tîrmehê de çûne Vîyana û bi êrîşvan re civîne.

XS
SM
MD
LG