Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pakîstan Êrîşên Esmanî yên Amerîkayê Şermezar Dike


Xwenîşanderên Pakîstanî sloganên li dijî NATO û Amerîkayê bilind dikin. Lahot, Mijdar, 2011
Xwenîşanderên Pakîstanî sloganên li dijî NATO û Amerîkayê bilind dikin. Lahot, Mijdar, 2011

Pakîstan dibêje, ew peywendîyên xwe yên bi NATO û Amerîkayê re ji pêş çavan derbaz dike, piştî ku êrîşên esmanî li bakurê rojava herî kêm 26 keşkerên Pakîstanî kuştin, 14 leşkerên din jî birîndar kirin.

Serokwezîrê Pakîstanê Yusuf Riza Geylanî û rêberên payabilind yên leşkerî û sîyasî, derengîya Şemîyê bi civîneke awarte kuştina leşkeran gotûbêj kirin.

Birêz Geylanî got, kuştina leşkeran wan êrîşeke li dijî serxwebûna Pakîstanê ye. Serokê Artêşa
Pakîstanê General Eşfaq Pervez Kayanî jî êrîşan şermezar kir û got, ew kiryara kîret nayê qebûl kirin.

XS
SM
MD
LG