Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ayrault Dibêje Şîroveyên Esad yên Derheqa Êrîşa Kîmyayî Derew In


Wezîrê Derve yê Fransa Jean-Marc Ayrault îro Înê şîroveyên Serokê Sûrî, Beşar Esad wek “derew û propaganda” bi nav kirin ku gotibû îdiayên êrîşa kîmyayî ji hêla hikûmeta wî ve li Îdlibê “sedî sed zirderew in.”

Sûrîyê berê jî pêkanîna êrîşa kîmyayî red kiribû û Esad jî îdia kiribû ku Amerîka û hevalbendên wê ew wek bahane kare anî ku êrîşa xwe ya esmanî rêwa bike.

Ayrault di preskonferansekê de, bi hazirbûna Wezîrê Derve yê Çînê, Wang Yi li Pekînê got ku wî şîroveyên Esad bi “xemgînîyeke mezin” bihîstin.

"Tiştên ku min bihîstin % 100 derew û propaganda ne. Ew şîrove % 100 hov û gumanbar in û dive em dawî li wna bînin. Em hewceyî agirbesteke rastîn in," Ayrault got.

Wî bi berdewamî got ku malwêranîya berfireh ya di nav şeş salên borî de li seranser Sûrîyê, ne tiştekî xeyalî ye.

Ayrault spasîya Çînê, ku wek Fransa endama herdemî ya Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî ye, kir ku di kêşeya Sûrî de xwedîyê helwesteke "serbixwe û aqilane” ye.

Hêjayî gotinê ye ku Çîn gelek caran daxwaza peydakirina çareserîyeke sîyasî ji kêşeya Sûrî re dike.

XS
SM
MD
LG