Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tevî Alozîya Heyî, Wezîrên Derve yên Fransî û Rûsî bi Telefonê Peyîvîn


Ayrault li Moskowê guhdarîya Lavrov dike

Wezîrên derve yên Fransa û Rûsya îro bi telefonê derheqa Sûrîyê peyîvîn, tevî ku jiber girjîyên navbera du alîyan Serokê Rûsî Vladimir Putin serdana xwe ya Parîsê betal kiribû.

Daxuyanîya Wezareta Derve yê Fransî raghand ku wezîr Jean-Marc Ayrault, piştî axaftina bi hevtayê xwe yê Rûsî Sergei Lavrov, dubare kir ku Fransa dixwaze dîyalogê ligel Rûsya bidomîne.

"Divê rewşa asê ya aniha were şikandin ku bombekirina Helebê were sekinandin û alîkarîya mirovahî bigeheje wî bajarî û rê li ber dîyalogê careke din vebe,” Ayrault got.

Reqbûn û alozî di navbera her du alîyan de derketibû, dema Rûsya pêşnîyara Fransa ya sekinandina bomberankirina Helebê, di Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî de veto kiribû.

Dû re, Serokê Fransî Francois Hollande hêzên rejîma Esad yên bi piştgirîya Rûsî, bi tawanên ceng sûcdar kiribû.

XS
SM
MD
LG