Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îro Roja Azadîya Ragihandinê Ye


Roja 3’yê Gulanê li cîhanê wek Roja Azadîya Ragihandinê tê pîroz kirin.

Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî di Berfanbara 1993’an de biryar da ku wê rojê wek Roja Azadîya Ragihandinê bipejirîne.

Di vê rojê de li seranser cîhanê programên taybet yên wek panel, semîner, workşop tên darxistin û girîngî ji azadîya medya re tê balkişandin.

Mixabin di salên dawî de rewşa azadîya ragihandinê ber bi xirabtirbûnê ve diçe û astengîyên pêş rojnamegeran zêde dibin.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonoio Guterres di daxuyanîya taybet ya ser vê rojê de bal kişand ser girîngîya agahî û pêzanînên bedrest û piştraskirî.

“Du dema pandemîya korona de û di dema krîzên din de rojnamevan û xebatkarên medyayê alîkarîya me dikin ku em xwe bigehînin agahîyên rastîn di vê serdemê de ku agahîyên şaş û bêbingeh li her derê belave ne.”

Guterres got ku rojnamevanîya azad û serbixwe di şerê me yê dijî agahîyên şaş û xapînok de hevalbendên me yên herî girîng e.”

Guterres herwiha bal kişand ku rojnamevan û medyakar dema hewil didin ku karê xwe bikin, rûbirûyê gelek xeterîyên wek sînordarkirin, sansur, zêdegavî, êrîş, binşavkirin, girtin û mirinê dibin û rewşa wan hîn jî xibatir dibe.

XS
SM
MD
LG