Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Azad Kurdî: Ez bi Bawerim Kombûna Navokî li Bexdayê Çi Destkeftek Berçav Nabe


Serokê ajansa navokî ya Neteweyên Yekbûyî, li Tehranê danûstandinan ligel karbidestên bilind yên Îranî dike da ku bigeheje rêkeftinekê.

Ajansa ji Îranê dixwaze ku rê bide vekolêrên wê serdana kargehên Îranê bike ku guman heye jibo çekên navokî têne bikar anîn.

Serokê Ajansa Enerjîya Navokî ya Navnetewî Yukio Amano îro Duşemê li paytaxt Tehranê bi serokê sazîya navokî ya Îranê, Ferîdun Abbasî-Davanî re kom bû.

Azad Kurdî, rojnamevan û endamê Rêberîya Civaka Aştî û Pêşvçûna Kurdistana Îranê, dibêje ew bawer nake di kombûna roja Çarşembîyê de li Bexdayê di navbera Hêzên mijinên cîhanê û Îranê de li ser programa navokîyaTehranê çi rêkeftinek berçave bêt desteber kiri.

Rêzdar Kurdî dibêje pişkek Îran li ber fişarên aborî û yên dîplomatîkên navnetewyî hinek nermîyê nîşan dide. Bo guhdarîkirina hevpeyvîna hevkar Kawe Kumanc bi rêzdar Kurdî re pêkanîye li ser fayla dengî kilîk bike.

XS
SM
MD
LG