Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dr. Azad Hemoto: Ziman Dara Jiyanê ya Netewan E


Dr. Azad Hemoto dîrokzan û lêkolîner ji gundê Mabtelê herêma Çîyayê Kurmênc, bi salan xebat û çalakiyên berçav û girîng di warê dîroknasiyê û felsefa ziman de kirine.

Ji lehenegê Karetê li ser asta Sûriyê di salên 70'yan de, bû pispor di warê dîrokê de û li Almanya xendina xwe ya bilind û bawernameya doktora di dîrokê de stend.

Piraniya kar û xebatên Dr.Azad li ser dîroka Rojhilata Navîn e û bi taybetî ya herêmên Kurdî ye.

Dr. Azad li zanîngeh û peymangehên Almanya karê mamostatî kiriye û wek lêkolînerê kevneşopîyê, bi tîmên pispor yên Alman pir lêkolîn di gir û gundên Kurdan li Sûriyê kirine.

Ew piştî sala 2000'an we vegeriya Helebê û li wir bo mamostayê Zanîngeha Helebê û ya Şamê.

Pirtûk û lêkolîn bi zimanê Elmanî, Erebî û Îngilîzî derxistine.

Yek ji wan pirtûkên wî, ku bi zmanê Erebî hatiye belav kirin Ziman Zindewer E ku çapa duyem jê derxistiye.

"Ziman bi mirovan re mezin û biçûk dibe. Ew tiştekî zindî ye di jiyana mirovan de, jiber wê divê ku li gorî pêşveçûna jiyanê pêş bikeve."

Jibo rewşa Kurdî, Dr. Azad anî ziman ku keda zanistan, hunermendan, rewşenbîran ji xebata Kurdî dûr ketiye, jiber lawaziya partiyên siyasî û ramanên wan yên teng û bi sînor.

please wait

No media source currently available

0:00 0:15:22 0:00

XS
SM
MD
LG