Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Operasyona Berfireh Bajarê Şengal Azad E


Piştî rizgarkirinê bajarê Şengalê

Şervanên Kurd bi piştgirîya êrîşên esmanî yên Amerîkî ketin nav Şengalê ya li bakurê Îraqê û bajêr ji destê DAIŞ’ê standin û xistin bin kontrola xwe.

Twîteke Civata Ewlehî ya Herêma Kurdistanê da zanîn ku pêşmerge ji hemî alîyan ketine hindurê Şengalê ku bajêr bi tevahî azad bikin.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî li ser azadkirina Şengalê civîneke ragihandinê pêk anî û got, rizgarkirina Şengalê serkeftineke girîng ya li dijî DAIŞê ye û bandoreke xurt li ser Mûsilê jî bike.

Barzanî di axaftina xwe de spasîya Amerîka kir ku bi êrîşên esmanî piştgirî da operasyonê.

Hêjayî gotinê ye, koalîsyona navneyewî ya dijî DAIŞê îro Înê hîn ti agahahî li ser opersasyona Şengalê nedaye.

Fermangeha Navendî ya Amerîkî do ragihandibû ku bi azadkirina Şengalê DAIŞ wê bê dorpeç kirin û peywendîya şervanên wê ya navxweyî bê qut kirin.

Hêjayî bîrxistinê ye, endamên DAIŞ’ê di Tebaxa 2014’an de avêtibûn ser herêma Şengalê û bi hezaran Kurdên Êzîdîyan qir kiribûn.

XS
SM
MD
LG