Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Azar: Nêzîk E Du Vaksînên COVID-19 Berî Sersalê Amade Bin


Wezîrê Saxlemî û Xîzmetên Civakî yê Amerîka Aleks Azar

Wezîrê Saxlemî û Xîzmetên Civakî yê Amerîka Aleks Azar îro Duşemê dîyar kir ku du vaksînên pêşîn yên dijî vîrusa korona dikarin berî sersalê ji gelê Amerîkî re werin pêşkeş kirin.

Ev ragihandina piştî ku kompanîya Moderna Inc bû çêkerê dudya ya vaksîna COVID-19 û dibe ku destûra rewşa awarte ya Amerîki wergire, pêk hat.

"Dibe ku em bikaribin peydakirina van her du vaksînan bibînin û berî Sersalê bikevin destên mirovan ," Azar li televîzyona CBS de got.

Wezîr Azar ragihand ku, hikûmeta federal dê bi navgînîya sîstema xweya belavkirina vaksîn yên normal bişîne û rêvebirîyên eyaletan wê biryar bidin divê pêşî kî werin derzî kirin.

"Ewê diyar bikin ku kîjan kom pêşî werin derzî kirin. Ez hêvî dikim ku zanist û delîl wê têra xwe zelal bibin ku walîyên me pêşnîyarên me bişopînin," Azar got.

Azar herwiha got ku ew û Cîgirê Serok Mike Pence dê îro bi hemî walîyên eyaletan re biaxifin da ku mijara vaksînan nîqaş bikin û kîjan komên mirovan divê pêşî werin derzî kirin.

Şêwirmendên Rêvebirîya Xwarin û Dermanan ya Federalî (FDA) wê di 10'ê Rêbedanê de derbarê destûrdana vaksîna COVID-19 ya Pfizer bicivin.

Azar got ku ew vaksîn dikare di nav çend rojan de were pejirandin û belav kirin, ku vaksîna kompanîya Moderna yek hefte li pey wê ye.





XS
SM
MD
LG