Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Saxlemî yê Amerîkî Azar li Taiwanê Ye


Azar li Taiwanê

Wezîrê Saxlemî û Xîzmetên Civakî yê Amerîka Aleks Azar jibo danûstandinên payebilind îro Yekşemê giheşt Taiwanê.

Azar li firîngeha Songshan ji alîyê balyozê Amerîkî Brent Christensen û Cîgirê Wezîrê Derve yê Taiwanê Tien Chung-kwang hat pêşwazî kirin.

Azar karbidestê herî bilind yê Amerîkî ye ku cara yekê ya nav 40 salên borî de serêdana Taiwanê dike ku hevkarîya aborî û saxlemî ya bi wî welatî xurtir bike û piştgirîya rola wê ya şerê dijî koronayê bike.

Azar, li ber e roja Duşemê bi Serokê Taiwanê Tsai Ing-wen re hevdîtinekê bike û peymaneke bijîşkî îmza bike û serêdana Navenda Kontrolkirina Nexweşîyên ya wî welatî bike.

Hikûmeta Çînê, ku Taiwanê wek beşeke axa xwe dihesibîne, ev serêdan şermezar kir.

XS
SM
MD
LG