Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Azar Dibêje di Awayê Vaksînkirinê de Guherin Wê Çênebin


Wezîrê Saxlemî û Xîzmetên Civakî yê Amerîka Aleks Azar îro Duşemê got ku ewê rêbaza vaksînkirina dijî COVID-19 neguherînin.

Di demln dawîyê de hin pispir pêşnîyaz dikin ku şûna du dozen vaksînê, bila her kes yek doz vaksînê wergire ku pirtir kes werin vaksîn kirin.

“Em wek berê rêbaza vakdînkirina du dozan didomînin jiber ku zanist wiha dixwazinm,” Azar di programa “Good Morning America.” Ya televîzyona ABC de got.

Wî da zanîn ku di 72 saetên dawî de 1.5 mîlyon Amerîkî dijî COVID-19 hatine vaksîn kirin ku ew jî rêjeyelke baş e.

Hin pisporên saxlamîyê bawer dikin ku jiber hindikbûna vaksînan, divê herkes tenê yek vaksînê wergire da ku pirtir kes ji nexweşîyê werin parastin.

Li Amerîka heta niha du vaksînên ku ji alîyê Pfizer û fîrmaya BioNTech ya Almanî û ya kompanîya Moderna hatine pejirandin ku her du jî jibo parastinê divê du doz werin lêdan.

XS
SM
MD
LG