Wezareta Berevanî ya Azerbaycanê ragihand ku di şer û pevçûnan de ligel artêşa Ermenistanê, pênc leşkerên Azerî hatin kuştin.
Karbidestên Azerî roja Sêşemê ragihand ku li du rojên bihurî şer û pevçûn li çend deverên ser sînorê navbera herdu welatan qewimîn.
Dibe ku tundûtûjîya herî dawî têkelîyên navbera herdu welatan aloztir bike.
Pirsgirêka serekî ya navbera Azerbaycan û Ermenistanê herêma Nagorno-Karabax e, ku di nav Azerbaycanê de ye. Lê belê li dema şerê şeş-salî, Ermenistanê herêma Nagorno-Karabax kontrol kir.