Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Agirbesta di Navbera Ermenistan û Azerbaycanê da Dîsan Sernegirt


Dîmenek ji şerê Ermenistan û Azerbaycanê ya li Nagorno-Qerebax
Dîmenek ji şerê Ermenistan û Azerbaycanê ya li Nagorno-Qerebax

Ermenistan û Azerbaycanê îro Yekşemê çend demjimêran piştî agirbesta li ser bidawî kirina şerên li ser serweriya herêma Nagorno- Qarabaxê ragihand bû, agirbest car dî hat xerab kirin û herdu alî hevdu bi binpêkirina agirbestê tawanbar dikin.

Agirbesta mirovahî ya nû ya di navbera her du welatan de roja Şemîyê di nivê şevê de destpê kir, ku heya niha di şerê ku ji 27'rê Îlonê vir ve berdewam dike de pirtirî 720 kes hatine kuştin.

Wezareta berevaniya Azerî ragihand ku herêma Agdam, ya li tenişta Qerebaxê, di bin topbarana Ermenîstanê de maye. Herwiha wezaretê got di dema şevê de yekîneyên leşkerê Ermenistanê bi çekên mezin li ser sînor êrîş pêk anîne ku Ermenistanê ew daxuyanîya red kir.

"Dijmin gulle avêt derdora bajarê Jabrail, û herwiha gundên vê herêmê .Hawan û topan bikar anîn". Artêşa Azerî tedbîrên tolhildanê yên xurt girtiye, ," Wezareta parastinê ya Azerî got.

Herwiha wezaretê got ku yekîneyên leşkerî yên Azerî balafira şer ya Ermenîstanê ya binavê Su-25 daxistîye,ku hewil dida ku êrişên esmanî li çeperên artêşa Azerî yên li herêma Jabrail bike, lê Erîvan ev yek bi lezgînî red kir.

Ji alîyê din Ermenîstanê jî bi daxuyanîyeke dîyar kir ku arteşa Azerî du caran bi şev bi gulebarankirin û bi topan êrîş kirîye û Bakû tawanbar kir ku daxwaza wê ya derxistina leşkerên birîndar ji qada şer red kirî ye.

"Ev gav ji hêla Bakûyê ve bi rengeke taybet hat red kirin," di daxuyanîye de hat gotin.

XS
SM
MD
LG