Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Bêkarîyê li Amerîka Bilndtir Bû, Giheşt 742 Hezaran


Wezareta Kar ya Amerîka îro Pêncşemê ragihand ku Amerîkîyên daxwaza alîkarîya bêkarîyê dikin di hefteya borî de giheşt 742,000 kesan.

Wezaretê da zanîn ku cara yekê ya nav pênc hefteyên borî ye ku bilindbûneke wiha çêdibe.

Raporta wezaretê nîşan dide ku serlêdanên alîkarîya bêkarîyê ji 711,000 hezara hefteya pêştir giheştiye 742,000 kesan û ew jî xuya dike ku pirtir kompanî karkerên xwe ji kar derxistine.

Pisporên aborîyê bal dikşînin ku berî pandemîya korona serlêdanên alîkarîya bêkarîyê di nav hefteyekê de dora 225,000 bû.

Pispor herwiha dibêjin ku reng e bi xirabtirbûna rewşa koornayê û hatina sermayê zivistanê, di nava hefteyên were de pirtir kes ji kar werin derxistin.

Wezareta Kar dide zanîn ku niha dora 20 mîlyon kes alîkarîya bêkarîyê werdigirin.

Pispor hişyarî didin ku alîkarîya dora 10 mîlyon wergirên alîkarîyê dê bi dawî were, dema du programên federal yên alîkarî diqedin.

XS
SM
MD
LG