Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Berê yê Tûnisê Zeynel Abidî Bîn Alî li Erebistana Saudî Mir


Serokê berê yê Tûnisê Zeynel Abidî Bîn Alî

Serokê berê yê Tûnisê Zeynel Abidî Bîn Alî, ku di sala 2011’ê de bi serhildaneke girseyî ji desthilatê hatibû gêr kirin, îro li surgunê li Erebistana Saudî mir.

Mûnîr Bîn Salha, parêzerê malbata Bîn Alî ji Reutersê re ragihand ku mersîma binaxkirina wî dê roja Înê were kirin.

Bîn Alî û kesên nêzî wî di sala 2011’ê de ji Tûnisê revîbûn, piştî ku firoşgerekî kolanan wek protesto xwe şewitandibû û bi wê bûyerê Buhara Erebî li Tûnisê destpê kiribû.

Di encama xwepêşandanên nerazîbûnê de dawî li desthilata Bîn Alî hatibû û sîstemeke demokratîk Buhara Erebî li welatê din yên herêmê jî belav bûbû.

XS
SM
MD
LG