Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Wergirên Alîkarîya Bêkarîyê li Amerîka 900 Hezaran E


Wezareta Kar ya Amerîkî îro Pêncşemê ragihand ku hejmara kesên ku serî li alîkarîya bêkarîyê dane daketiye 900,000 kesan, lê ew yek jiber pandemîya berdewam hîn jî di asteke bi rekorî bilind de ye.

Wezaretê da zanîn ku 5.1 mîlyon Amerîkî bi berdewamî ji eyaletên xwe alîkarîya diravî werdigirin ku ew hejmar hefteya borî 5.2 mîlyon bû.

Wezaretê herwiha ragihand ku pirtir ji 10 mîlyon kes ji programên berfirehkirî alîkarî distînin ku niha heta 50 hefte hefteya alîkarî pêşkêş dike.

Dîsa, bi xêra bernameyeke nû hikûmeta federal kontraycî û kesên xwedîyê karên xwe jî dikarin daxwaza alîkerîyê bikin.

Li gor pêzanînên herî dawî li Amerîka nêzî 16 mîlyon bêkar hene û rêjeya bêkarîyê jî % 6.7 e û bi mîlyonan malbat ji rewşeke dijwar re derbaz dikin.

XS
SM
MD
LG