Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Helmetek Bo Azadkirina Jinek Çalakvan Ku Saleke li Hewlêr Girtî Ye


Bêrîvan Eyob yek ji jinên çalakvane û xwedya 5 zaroyane eve yek sala ji layê hêzên ewlehîyêve li Hewlêrê hatîye girtin, çendîn caran di zindanê da mangirtin pêkanîye û keftîye di gireva birçîbûnê de, ji 15-18 rojan, niha rewşa wê ya tenduristî xerabe.

Hijmarek ji parêzer û çalakvanên mafê mirov kempinek pêk aniye binavê kempina "azadî bo Bêrîvanê" ku ji 21 kes û rêxistina pêktê.

Seyran Nexşîn yek ji çalakvanên mafê mirov û yek ji rêxerên vê kempinê bo dengê Amerîka axvî û got, "di heyva 2-3 ya ev sale da Bêrîvanê li zîndanê bi rêya telefonê peywendî bi min re kir û behsa rewş xwe ya xerab kir û daxwaz kir ku di harîkarbin ji bo azadkirina wê."

Ev kempine daxwaz ji tev rêxistiyên jinan û mafê mirov dike da ku di gel wan da harîkar bin ji bo azadkirina Bêrîvanê.

Seyranê di layekê din yê axftina xwe da di bêje, heta niha çi made nînin ku Bêrîvanê pê dadgeh bikin û çendîn parêzerên keysa Bêrîvanê hewldane wê bibînin da pencemur û karê xwe yê parêzeriyê encam biden lê Asayişa giştî li Hewlêrê rê nedaye da ku bi karê xwe rabin.

Parêzerên Bêrîvanê didin xweyakirin ku ta niha çi rûniştênên dadgehkirina Bêrîvanî çênebûne, ku bi rengekê eşkere Bêrîvan hatbe dadgehikrin bi amadebûna kesekî yan parêzerekê wê.

Hêjay gotinêye Bêrîvan Eyob xelka parêzgeha Duhokêye lê bi malbat ve li bajarê Hewlêr dijî û li wêderê hatiye girtin.

Raporta Duhok 18 10 2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:17 0:00

XS
SM
MD
LG