Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ban Ki-Moon: Divê Beşar Esed Topbarankirinê Rawestîne


Ban Ki-Moon: Divê Beşar Esed Topbarankirinê Rawestîne

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki-Moon Sûrîye tawanbar kir ku tawanên dijî mirovahîyê kirine, li vê demê ku bizavkar dibêjin, hêzên ewlekarîyê berdewam êrîşa xwe ya ser Deraa didomînin.

Birêz Ban Ki-Moon roja Pêncşemê li Vîyanayê got, ew demûdest ji Serokê Sûrî Beşar Esed daxwaz dike ku topbaranê rawestîne û hêzên ewlekarîyê li dijî sîvîlan kar neyîne.

Bi alîyekî din ve, Rêxistina Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan ya bingeh li Londonê ji Dengê Amerîkayê re got, herî kêm 24 kes li seranser welat hatine kuştin ku 4 ji wan kuştinkarîyan li Deraa û 14 kesên din jî li Hamayê qewimîne.

XS
SM
MD
LG