Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Deh Hezaran Koreya Bakurî Civîyan ku Koreya Başûr Protesto Bikin


Bi deh hezaran Koreya Bakurî îro Înîyê li meydana navendî ya paytaxt Pyongyang kom bûn ku hikûmeta Koreya Başûr proptesto bikin. Hikûmeta Koreya Başûr, jibo ceribandina roketê ya ku serkeftî nebibû, hikûmeta Pyongyang bi tundî şermezar kirîbû.

Televîzyona dewletê ya Koreya Bakurî dîmenên girseyên mezin nîşan dan, ku gelê sîvîl û leşker kulmên xwe bilind dikirin û sloganên dijî Serokê Koreya Başûr Lee Mying-bak qerîyan.

Koreya Bakur gefan dike ku li dijî hikûmeta Serokê Koreya Başûr Lee Mying-bak şerek destpê bike, eger ew jiber daxuyanîyên xwe yên hefteya çûyî lêborîna xwe raberî Pyongyang neke.

Birêz Lee rexne li Koreya Bakur kirîbû ku şûna ku bi mîlyonan dolaran bide çek û ceribandina roketê, divê hikûmeta Pyongyang’ê diravên xwe jibo xizanî û feqîrtîya gelê xwe xerc bikira.

Ajansa Nûçeyan ya Koreya Bakurî ku ajansa fermî ya dewletê yê, roja Pêncşemê ji zarê karbidestên bilind yên hikûmetê ragihand ku Pyongyang wê guh nede şermezerkirina civata navnetewî û berdewam ceribandina setelayt û roketan bike.

XS
SM
MD
LG