Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Wezîrê Wargehsazî û Pêşvebirina Bajarvanî Ben Carson bi COVID-19 Ketiye


Ben Carson bersîva pirsên VOA dide (Arşîv)
Ben Carson bersîva pirsên VOA dide (Arşîv)

Ajansa Reutersê îro Duşemê radigihîne ku testa Wezîrê Wargehsazî û Pêşvebirina Bajarvanî (Housing and Urban Development) Ben Carson ya COVID-19 pozîtîf derketiye.

Reutersê ji zarê kanala ABC ragihand ku Carson bûye pêketîyê dawî yê karbidestên payebilind yên Qesira Sipî û şêwirmendên Serok Donald Trump.

Hefteya borî jî, berpirsê Karmend û Karûberên Qesira Sipî Mark Meadows, ku pir caran di bername û cîvînên girseyî de bê rûberk xwane dibû, bi korona ketibû.

Jêderekî ji rewşê agajdar ji Reutersê gotibû ku herwiha jimareke karmendên din jî bi korona ketine.

XS
SM
MD
LG