Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Johnson Wê Ser Pêşnîyara Doktoran Biryara Vegere Kar Bide


Ofîsa Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson îro Duşemê ragihand ku ewê li gor şîretên pisporên saxlemîyê biryarê bide ku kengî vegere ser karê xwe.

“Ew tenê do ji nexweşxanê hate derxistin loma hîn zû ye ku mirov tiştekî zelal bêje. Her biryareke ser vegera kar dê li ser nêrîn û pêşnîyarên tîma wî ya saxlamîyê be,” daxuyanîya ofîsê got.

Johnson di 27’ê Adarê de bi vîrusa korona ketibû û li mala xwe ketibû karantînayê.

Ew li ser giranbûna nexweşîya xwe di 29’ê mehê de li nexweşxaneyê hatibû razandin û dû re jî jiber xirabtirbûna saxlemîya wî ji beşa çavdêrîya krîtîk re hatibû birin.

XS
SM
MD
LG