Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dr.Nasir Haj Mensur: Bab li Hember Heleb'ê Dan Tirkan


Dr.Nasir Heci Mensur
Dr.Nasir Heci Mensur

Şêwirmendê fermandariya giştî ya Hêzên Sûriya Demokrat "HSD", Nasir Haj Mensur rizgarkirina bajarê al-Bab ji çekdarên Daiş'ê weke bazarek siyasî dinirxîne û got" girtina Bab'ê bi hevkariya Rûsya, rejîma Sûriyê û Tirkan pêkhat, ew li hember Heleb'ê dan Tirkan, herweha armancek din, ji girtina Bab'ê rêgirtina li hember Kurdan e".

Weke Nasir dibêje hêzên "Dara'i Firat', nikarî bûn Bab؛ê bistînin, artêşa Tirkiyê kete Bab'ê, herweha berdevkên koalîsyona navnetewî jî dan zanîn ku wan bi êrîşên balefiran di girtina Bab'ê de alîkarî dane hêzên ser erdê, lê heta niha Bab bi temamî safî nebûye, weke Nasir Hac Mensûr dibêje.

Li aliyekî din îro Odeya Çalakiyan ya Xezeba Firatê ragihand ku, gava duyemîn ji Pêngava Sêmeyîn ya kampêna "Xezeba Firat"ê, bi beşdarbûneke çalak ji Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê, destpê kir, derbarê vê pêngava Odeya Çalakiyan daxûyaniyek weşand, di beşekî daxûyaniya xwe de got" Em wekî Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê gava duyemîn ji Pêngava Sêyemîn a Hemleya Xezeba Firatê piştîku gava yekemîn jipêngava sêyemîn gihîşt armanca xwe,destpê dikin.

Di vê gavê de,em ê gundewarên rojhilatê Reqqayê rizgar bikin û Reqqa ji bajarê Dêra Zorê qut bikin. Ev gav jî piştî destkeftiyên ku hêzên me li ser rûyê erdê bi destekadayîna hêzên Koalîsyona Navneteweyî bidestxistin, pêk ha'.

Dr.Nasir jibo pişka Kurdî ya Dengê Amerîka dîsan nêrînên xwe derbarê vê pêngavê jî anîn ziman û got"Cih li Daiş'ê teng dibe ew neçar maye li hind cihan liber xwe dide".

Şêwirmendê fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokrat
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:24 0:00

XS
SM
MD
LG