Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşa Bombeyî ya DAIŞ'ê de bi Dehan Kes li Nêzî Babê Hatine Kuştin


Bajarê Bab

Ajansa Reuters radigihîne ku di êrîşeke bombeyî de, li hember xaleke kontrolê ya serhildayên Sûrî de herî kêm 35 sîvîl li nêzîkî bajarê Bab ya Sûrî hatine kuştin.

Reuters dide zanîn ku di êrîşa ku bi otomobîleke bombebarkirî hate kirin de herwiha 6 çekdarên ser bi Tirkîyê ve hatin kuştin.

Li gor jêdêrên xwecihî, êrîş li nêzîkî gundê Sisêyan ya bakurê rojavayê Babê qewimî û gelek kesên din jî birîndar bûn.

Serhildayên Sûrî yên bi piştgirîya Tirkîyê, piştî şerên hefteyên dirêj, roja Pêncşemê çekdarên DAIŞ'ê ji Babê derxistibûn.

XS
SM
MD
LG