Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serhildayên Sûrîyê Û Leşkerên Tirkîyê Bab'ê Dorpêç Dikin


Li Bab'ê çend serhildayên Sûrîyê

Reuters'ê do Çarşemê ji zarê serfermandarîya Tirkîyê ragihand ku leşkerên Tirk û serhildayên Sûrîyê, girên girîng yên li dora Bab'ê bi dest xistine.

Serfermandarîyê da zanîn ku di pevçûnan de 58 çekdarên DAIŞ'ê hatine kuştin, 2 leşkerên wê jîyana xwe ji dest daye û 15 yên din jî birîndar bûne.

Wezîrê Karên Derve yên Tirkîyê Mevlut Çavusoglu li Enqere ya paytaxta Tirkîyê ser operasyona Bab'ê daxuyanîyek da.

''Em li Bab'ê di çend rojan de pir pêşde çûn û ev operasyona Bab'ê divê demûdest bi serî bibe. Piştî wê hedef Reqa ye'' Çavuşoglu got.

Çavdêrîya Mafên Mirovan jibo Sûrîyê (SOHR) jî da zanîn ku leşkerên Tirk û serhildayan li rojavayê Bab'ê girek bi dest xistîye.

''DAIŞ ewê wî girî bi şûnde bistîne yan ew li Bab'ê tam têk diçe, em nizanin'' dîrektorê SOHR'ê Ramî Abdulrahman dîyar kir.

XS
SM
MD
LG