Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

2 Leşkerên Din yên Tirk li Başûrê Babê Hatin Kuştin


Leşkerên Tirk li ser tixubê Sûrîyê

Artêşa Tirkîyê ragihand ku 2 leşkerên wê li başûrê bajarê Babê hatine kuştin, dema wan mayinên ku DAIŞ’ê li paş heştine, paqij dikirin.

Ajansa Associated Press ragihand ku Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) jî piştrast kir ku leşkerên Tirk li nêzîkî bajarokê Tadif ya bin kontrola DAIŞ’ê hatin kuştin.

Di demeke paştir de Serokwezîrê Tirkîyê Bînalî Yildirim dîyar kir ku leşkerên wan di encama êrîşeke xwekujî de jîyana xwe ji dest dane, lê bi zelal nebû ku rastîya bûyerê çi ye.

Bi kuştinan îro Înê, hejmara giştî ya hindahîyên artêşa Tirk li hindurê Sûrîyê, ji meha Tebaxê vir ve giheşt 70 kesan.

Dîrektorê SOHR’ê Rami Abdurrahman got ku artêşa Tirk îro Înê bajarokê Tadif ya bin kontrola DAIŞ'ê bide ber êrîşên topan.

XS
SM
MD
LG