Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Kuştina Leşkerên Tirk, Enqere û Moskow Berpirsîya Bûyerê Davêjin Hevdû


Bajarê Bab

Dimitri Peskov, berdevkê serokê Rûsî Vadimir Putin îro da zanîn ku cîhên ku ji alîyê firokên Rûsî ve, li nêzkî Babê hatine xistin, li gor kordînatên artêşa Tirk hatin armancgirtin.

“Divêbû li cîhên ku bûne armanca firokên me, leşkerên Tirk tunebûna. Me li gor kordînatên ku Tirkîyê dane me, êrîşên esmanî pêk anîn, Peskov got.

Artêşa Tirkîyê jî piştî daxuyanîya Rûsî daxuyanîyeke nîvîskî weşand û got ku li gor peymana 12'ê Rêbendana 2017'an ya nabvera Tirkîyê Rûsyayê, em agahîyên ser operasyona me rojane didin muxatabên xwe yên Rûsî.

“Di çarçoveya operasyona me ya li Sûrîyê de, da ku zarar negehijin Tirkîye û Rûsya, pêguherîna agahîyan bi awayekî berdewam û nîzamî têne kirin û firokên me ku di 8'ê Şubatê de hatin armancgirtin ew 10 roj in ku li heman xalê ne.”

Artêşa Turk bi berdewamî ragihand ku piştî ku di 8'ê mehê de, ji herêma bin kontrola Rûsya roket ji hêzên dost re hate avêtin, kordînatên hêzên me ji Navenda Operasyona Rûsî ya li Humeymim re hate ragihandin û di heman şevê de kordînatên hêzên me ji balyozxaneya Rûsî ya li Enqerê re, bi destan hatine dayîn.

XS
SM
MD
LG