Artêşa Sûrî îro Pêncşemê hişyarî da Tirkîyê ku ewê operasyona hember DAIŞ’ê ya li bakurê Heleb'ê bidomîne.
Fermandarîya giştî ya artêşa Sûrî ragihand ku hêzên wê pirtir ji 30 gund û bajarokên dora bajarê Babê ji DAIŞ'ê standine.
"Ev serketina nû herêmên ewle yên dora Heleb'ê berfirehtir dike û dibe destpêkeke nû ya şerê dijî DAIŞ’ê," berdevkekî leşkerî di televîzyona dewletê de got.
Daxuyanîya artêşa Sûrî ku Tirkîyê dikir armanc bi berdewamî got, “ew pêgîr e ku jîyana sîvîlan biparêze û axa Sûrî biparêze.”
Hêzên hikûmeta Sûrî di nav du hefteyên dawî de li herêma Bab’ê ya bin kontrola çekdarên DAIŞ’ê, 6 km pêşde çûne û ew yek jî metirsîya şerê bi artêşa Tirk, ku bi tank û wesayîtên giran li herêmê ye, zêde kiriye.
Enqere ku sala borî dest bi operasyona Bab’ê kir, armanc dike ku DAIŞ’ê ji herêmê derxîne, lê bawerîya bîragiştî ew e ku dixwaze pêşî li pêşdeçûna Kurdên Sûrîyê bigire.