Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Sûrîyê Ser Operasyonên Tirkîyê ji NY û Civata Ewlekarîyê re Nameyan Dişîne


Serhildayên Sûriyê ku li el-Bab'ê Tirkîye piştgirîya wan dike
Serhildayên Sûriyê ku li el-Bab'ê Tirkîye piştgirîya wan dike

Hikûmeta Sûrîyê operasyonên Tirkîyê yên li el-Bab'ê şermezar kirin û derbarê wê dewletê ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) û Serokê Civata Ewlekarîyê re du name şandin.

Hikûmetê di nameyan de da zanîn ku operasyonên li el-Bab'ê, tawaneke li dijî gelê Sûrîyê ye û Tirkîye bi wan êrîşê desthilata hikûmetê dike.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) do Înê ragihandibû ku di êrîşên top û firokeyên Tirkîyê de ji Çarşemê vir ve 45 sîvîl jîyana xwe dest daye.

Piştî pevçûnên giran, serfermandarîya Tirk dîyar dike ku el-Bab hema hema bi temamî ketîye bin kontrola wan, lê SOHR'ê berovajîyê wê gotibû ku 90 ji sedê wê navçeyê di dest DAIŞ'ê de ye.

XS
SM
MD
LG