Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berpirsa Mafên Mirov ya NY Kiryarên Talîbanê Rexne Dike


Berpirsa mafên mirov li Neteweyên Yekbûyî Michelle Bachelet dibêje ku ji wan re agahîyên bawerpêkirî hatine ku Talîbanê hêzên ewlekarîya Afganî yên berê kuştine.

Bachelet dîyar kir ku ji bilî vê jî, hinek karbidestên hikûmeta berê û mirovên wan jî hatine girtin û paşê kuştî hatine dîtin.

Bachelet îro Duşemê bo Civata Mafên Mirov ya NY axifî û hişyarîya “qonaxeke nû û metirsîdar” jibo Afganistanê da.

Wê rexne li koma Talîbanê kir ku axaftin û kiryarên wê ne wek hev in.

Bachelet anî ziman ku çend raport hene derbarê çawa Talîban mal bi mal li karbidestên hikûmeta berê û herwiha li wan “kesên ku hevkarî ligel hêz û kompanîyên Amerîkî kirine” digere.

Berpirsa NY da zanîn ku ev lêgerîn li çend bajarên Afganistanê pêk hatine û karmendên NY jî agahî li ser êrîş û gefeyên zêdebûyî dane.

Bachelet herwiha bal kişand ser hinek agahîyên girêdayî girtina Talîbanê ser ofîsên rêxistinên mafên mirov.

“Tevî misogerîyên Talîbanê ku ewê mafên jinan biparêzin, di nav sê hefteyên borî de jin ji tevahîya jîyanê hatine dûr xistin,” Bachelet di axaftina xwe bo civata 47 endamî de got.

Wê bal kişand ku keçên temen 12 salî û mezintir li hinek deverên Afganistanê êdî bo çûna xwendingehê hatine qedexe kirin û ofîsên karûbarên jinan jî li çend cîhan hatine girtin.

XS
SM
MD
LG