Lînkên eksesibilîtî

Şanda Herêma Kurdistanê Li Bexadyê ye ji bo Guftûgoya Referandumê


Şandeka hikûmeta Herêma Kurdistan Îraqê îro Şemiyê gihîşte Bexdayê ji bo guftûgokirinan li gel hikûmeta Îraqê li dor Referanduma pilankirî ya herêma Kurdistanê.

Hoşyar Zîbarî, ku mezinê rawêjkarên serokê Herêmê Mesûd Barzanî ye, ji ajansa Rueters re got:

"Şand dê Referandumê guftûgo bike, lê Referandum lidar e… me got em dê berî Referandumê, di dema wê de, û her wiha piştî wê, li gel Bexdayê biaxivin."

Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje mebesta wê ji vê Referandumê ewe ku deriyekî rewa veke ji bo serxwebûna Kurdistanê ji Îraqê, bi riya diyaloga li gel Bexdayê û her wiha hêzên herêmî Tirkiyê û Îranê.

XS
SM
MD
LG