Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Xwepêşandanên Îraqê de 4 Kes li Bexda Hatine Kuştin


Jêderên polîsan û yên saxlemîyê ragihand ku hêzên ewlekarî yên Îraqî îro Pêncşemê bi teqekirinê 4 xwepêşander li Bexda kuştin.

Di tundîya hêzên ewlekarîyê de herwiha 35 kesên din jî li nêzî Pira Şehîdan birîndar bûn.

Li başûrê Îraqê jî xwepşanderên dijî hikûmetê tekerên otomobîlan şewitandin û derîyê bendera Umm Qesir blok kirin û nehêştin ku qamyonan tiştên ku j iderve hatine kirîn, bar bikin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku ji destpêbûna xwenîşandanan vir ve 260 Îraqî ji alîyê hêzên ewlekarîyê ve hatine kuştin.

Balyozxaneya Amerîkî ya li Bexda roja Çarşemê bang li rêberên Îraqî kiribû ku bi nûnerên xwepêşanderên dijî hikûmetê re dest bi danûstandinan bikin.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG