Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êrîşa Dawî ya Dijî Daişê li Sûriyê Berdewam Dike


Peyvdarê Hêzên Sûriya Demokrat HSDê, Mistefa Balî got operasyona leşkerî ya dijî Daişê li rojhilatê Sûriyê berdewam kir, piştî rawestaneke demkî ji bo derxistina sivîlên ku li wê navçeyê hatibûn dorpêçkirin.

Balî ji Ajansa Associated Press re got yên di nava Baxozê de mayî çekdar in û naxwazin çekên xwe deynin.

Li dirêjiya du hefteyên borî bi hezaran sivîl ji gundê Baxozê hatin derxistin, gelek ji wan jin û zarok in û di rewşeke xerab de ne.

Gurûpa alîkariyê ya bi navê Free Burma Rangers ku tenê li wê navçeyê kar dike texmîn kir ku ji roja 20ê meha borî ve, herî kêm 10,000 sivîl ji wê navçeyê derketin.

Balî negot wê kengî şer bidawî bibe lê pêşbîniya şerekî giran kir.

XS
SM
MD
LG