Jina Tûnisî û Frensî Xalya Elî ku di sala 2014ê de mala xwe bi cih hiştibû da tevlî çekdfarên Daişê be, dibêje ew ne poşman e ku bûye Daiş.
Xalya di nav sivîlên Baxozê de ye ku bi kemyonan ew ji bingeha dawî ya Daişê hatin derxistin û niha li kampeka bêşûnûwarbûyan e li rojhilatê Sûriyê.
Gelek wek Xalya kesûnasên çekdarên Daişê bûn û di salên şer de tevlî wan bûn û niha jî xwe radestî Hêzên Sûriya Demokrat HSDê dikine.
Elî ji ajansa Rueters re got.” Cîhana Xwedê mezin e. tiştê herî girîng ew e ku ez venegerim Frensa yan Tûnisê.”
Wê got jiyan li wan herdû welkatan ji bo wê "muhal e" ji ber biryara wê ya lixwekirina hîjaba temamî ya Îslamê.
Xalya ku bi herdû zarokên xwe re li xaleka vekolînê bû li nêzîkî gundê Baxozê, got ew nizane çi hatiye serê mêrê wê yê Sûrî yê ji parêzgeha Laziqiyê.