Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bahoza Florence Nêzîk Dibe, 1,5 Mîlyon Kes Cîhên Xwe Vala Kirin


Karbidestên Amerîkî ferman da ku pirtir ji 1.5 mîlyon kes jiber metirsîya Bahoza Florence warên xwe vala bikin û herin cîhên ewletir.

Bahoza Florence bahozeke hêzdar ya Kategorî 4 e û di nav 30 salên borî de bahoza herî bi bandor e ku istanên North Carolina û South Carolina dixe bin xeterê.

Navenda Baroveya Netewî ya Amerîka (U.S. National Hurricane Center) ragihand ku bayên Florence ku di seatekê de 220 km ye, li ber e hîn xurtir bibin, berî ku roja Pêncşemê li herêmên başûrê rojhilata istana North Carolina bixe.

Walîyê istana Virginia Ralph Northam da zanîn ku ji 245,000 rûniştvanan re fermana valakirina malam hatine şandin. Walîyê South Carolina Governor Henry McMaster jî ragihand ku wî ji 1 mîlyon rûniştvan re fermana valakirina warên wan şandiye.

Hêjayî balkişndinê ye ku jiber Bahoza Florence li eyaletên North Carolina, South Carolina, Virginia û Maryland rewşa awarte hatiye ragihandin.

XS
SM
MD
LG