Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hevkarên Bergumanên Sîxurên Îranî li Behreynê Hatin Cezakirin


Dadgeheke Behreynî cezayên zindana heta 15 salan dide heşt kesan, jiber hevkarîya wan ligel sîxurên Îranî yên berguman yên ku hewl didin rejîma Behreynê biroxînin.

Dadgehkirina wan heşt kesan rengvedana îdiayên welatên Ereb yên Kendavê ye ku bi berdewamî radigihînin ku destê Îranê di handana serhildanên Şîe yên dijî desthildarîya Sunnî li Behreynê heye.

Karbidestên Îranî hergav tepeserkirina xwepêşanderên Şîe ji layê hikûmeta Behreynê ve şermezar dikin, lê belê di heman dem de red dikin ku ti girêdana wan bi xwepêşandanên Behreynê hebe.

XS
SM
MD
LG