Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bahreyn Dibêje ku Ewê Nema Vîza Bide Hemwelatîyên Qatarê


Wezareta Navxweyî ya Bahreynê, di gaveke nû ya dijî Qatarê de, îro Sêşemê ragihand ku ewê nema vîza bide hemwelatîyên wî welatî.

Daxuyanîya Bahreynî dîyar kir ku biryara nû dê bandor li ser xwendkarên Qatarî ku niha li welêt dixwînin neke.

Bahreynê herwiha ragihand ku hemwelatîyên Qatarî yên bi vîza heyî jî li dervayê biryara nû tên hêştin.

XS
SM
MD
LG