Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokomarê Îraqê Barham Salih di Konferansa Brookings'ê De


Dr. Barham Salih Serokomarê Îraqê Û John Allen Serokê Giştî Yê Brookings

Di vê hefteyê de Navenda Siyaseta Rojhilata Navîn (CMEP) li Enstîtûya Brookings dest bi konferansek taybet ya onlyn kirîye bi navê "Rojhilata Navîn Û Rêvebiriya Nû ya Amerîka" ku roja 22ê Şibatê dest bi rûniştinên konferansê hatiye kirin û bo maweyê 4 rojan dê vekêşe.

Roja Çaşemê demjimêr 9:00 sibê li gor dema Washington di roja duyan de ya konferansê ku bi navnîşana "karên herî pêşîn yên Amerîka di siyaseta Rojhilata Navn" de bû.

Serokomarê Îraqê Barham Salih
Serokomarê Îraqê Barham Salih

Pêşî Serokê Enstîtûya Brookings birêz John Allen, dest bi vekirina roja duyan ya konferansê kir û Serokomarê Îraqê Dr. Barham Salih pêşkeş kir, piştî bixêrhatinê Allen pirsên xwe arasteyî Serokomarê Îraqê Barham Salih kirin.

Hesaba fermî ya Enstîtûya Brookings li ser beşdarîya serokomarê Îraqê û beşdariya wî di roja duyan ya konferansê de twîtek weşand û twît wehaye: "Roja duyan ya derbaê Amerîka Û Rojhilata Navîn Serokomarê Îraqê Barham Salih li gel serokê Brookings John Allen danûstandinê bikin."

Îraqeka Aram Û bi Ewle

Serokê Brookings John Allen pirsên derbarê geşbînî û çarenivîs û ewlekariya Îraqê û paşeroja wê herwiha karên pêşî yên Amerîka di siyaseta Rojhiulata Navîn û Îraqê ji serokomar Barham Salih pirsîn.

Salih got"Ji me re hewcedarî bi Îraqekê heye ku li gel xwe li gel cîranan di aştiyê be".

Barham Salih bal kişande ser giringiya hevkarîya ewlekariyê ya bi welatên cîran re yên weke Sûriya, Tirkiyê û Îranê re, wî got ku"Îraq welatekî giringe li ser serwerî û xweseriya xwe disekine".

Salih herwiha da zanîn ku xurtbûna siyaseta Amerîka li herêmê wateya stabîl û aramiyê dide û nahêle rêxistinên radîkal bala dest bibin, wî dîsan got, welatên Arab pêşveçûn û aramiya Îraqê dixwazin, aramiya Îraqê tê wateya aramiya hemû herêmê.

Salih got ku Îraq di herêmeke Jeopolitîkî ya giring û pirrengî de dijî, Şia hene, Sûnî hene, Kurd, Arab û pêkhateyên din yên weke Kristiyan û Êzidî hene.

Salih bal kişand ser peywendiya telefonî ya ku Serokê Amerîka Joe Biden roja borî li gel Serokwezîrê Îraqê Mustefa Al-Kazimî encam dabû û li ser hevkariya stretejî ya Amerîka Û Îraqê û şerê li dij terorê û çareseriya pirsgirêkên navxweyî û yên bi welatên cîran re rawestiya, û got rê nedana destxistina welatên derve ya nav karên Îraqê giringe, herwiha behsa hevkariya Amerîka û hevpeymaniya navnetewî ya bi Îraqê re jibo berdewamîya şerê li dij Dewleta Îslamê DAIŞê û rêxistinên terorîst re li Îraq û Sûriyê.

Serdana Papa ya Îraqê

Di beşekî axiftina xwe de serokomar Salih derbarê pirsa serdana Papa Francios papayê Vatîkanê bo Îraqê rawestiya û giringiya wê serdanê bo Îraq û herêmê anî ziman. Serokomar Barham Salih da zanîn ku serdana papa bûyereke giring û mezin ya dîrokî ye bo Îraqê û bo herêmê bi hemû pêkhateyên xwe ve, dê alîkar be bo bihevre jiyana pêkhateyên li Îraqê û herêmê herwiha di warê azadiya olî û bawermendiyê de wateyek xwe heye û peyamek giringe û ev dê guherînek dîrokî û watedar be.

Salih got ku weha hatiye plan kirin destpêka Adarê, 5ê Adarê Papa serdana Îraqê bike û li Îraqê serdana cihên giring û watedar bike yên weke Ur, Necef û Nînewa ku her ciyekî taybetmendiya xwe heye.

Ur, ciyekî dîrokî ye, derbirînê ji şaristaniya Mezopotamiya ya hezaran salan dike ew sembola bihevre jiyana xelkê herêmê ya hezaran salane.

Barham Salih herwiha bal kişand ser serdana Papa ya bajarê Necef weke navend bawermendên Şia û hevdîtin bi Ayatulla Alî Sîstanî re, di axiftina xwe de Salih rolê Sîstanî di aştiya Îraqê û aramaya wî welatî de berz nirxand.

Herwiha Salih got ku papa dê serdana Nînewa jî bike, ew herêma ku DAIŞê wêran kirbû û kemanyên olî yên weke Kristyan û Êzidyan derbider kirine û komkujî li dij wan encam dane, serdana papa ya wê herêmê dê peyama azadiya olî û pêkve jiyana hemû pêkhateyan bide.

Aloziyên Bexda Û Hewlêr li Ser Budceyê

Derbarê pirsa aloziyên di navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Bexda de, Barham Salih got ku pirsgirêk hêd, hêdî çareser dibin, di van 2 hefteyên dawiyê de sînahya çareseriyek navîn tê dîtin, Herêma Kurdistanê petrol difiroşe û dê radestî Bexda bike û Bexda jî dê budceyê bişîne hikûmeta Herêma Kurdistanê, Îraq welatekî demokrate û Makezagona xwe heye li gor destûr û makezagonê her tişt dikare bi rihetî çareser bibie, serokomar Salih got.

Xwepêşand Û Rolê Xortan di Pêşeroja Îraqê de

Derbarê pirsa xwepêşandanên demên borî li Îraqê ku sedan kes bi taybet xortên Îraqê hatin kuştin û hezaran jî birîndar bûn, çarnivîsa wan xwepêşandan û rolê gencan, serkomar Barham Salih got, wan destûrek baş û parlamentoyek demokrat heye û sistemeke demokasiya parlamenî heye, biryar hatiye stendin ku di Oktobera îsal de hilbijartinên pêşwext bihên kirin, ku ev jî yek ji daxwazên xwepêşanderan bû, wan digot me "Hilbartinên azad û adil divên" ev daxwaza xortan dê bicih bihê piştî ku hemî tedbîrên hilbijartineke azad û adil tên stendin. Lê dîsan jî pêwîstiya Îraqê bi rêform û guherînan heye û pêwîstî bi alîkariya Amerîka û Rojava heye heta ku bikare xwe li ser lingan bigire.

Bandora COVID-19 Û Peydakirina Vaksînan

derbarê arêşeya pandemiya COVID-19 û bandorê wê li ser rewşa Îraqê ya aloz çiye? Salih got ku pandemiya vîrusa korona bandorek mezin li ser rewşa Îraqê ya saxlemî, civakî û aborî kirîye, wî got ku ew ji saziyên berpirs yên saxlemiyê pirsîye ku mixabin di van rojên dawiyê de hejmara tûşbûyan zêde bûye. Di rojekê de nêzî 40 hezar tûbûyî hatine tomar kirin û heta nihe 15 hezar kesan li Îraqê ji sedema COVID-19 canê xwe ji dest dane. Salih got gelek astengî hene jibo peyda kirina vaksînê û belav kirina wan li seranserî Îraqê.

XS
SM
MD
LG