Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şanda Îsraîlê bi Beşdariya Nûnerê Amerîka Serdana Bahreyn Dike


Şanda Îsraîlê têv Mnuchin li firokxana Muharraq, Bahrain, Oct. 18, 2020.
Şanda Îsraîlê têv Mnuchin li firokxana Muharraq, Bahrain, Oct. 18, 2020.

Şanda Îsraîlê ku wezîrê Xezana Amerîkî jî di gel daye roja Yekşemê bi serdanekê gihane Bahreyn, ev jî yekemîn serdana raste rast ya ji Tel Avîvê ye bo Maname, jibo çalak kirina ragihandina aştiya di navbera Îsraîlê û Bahryenê da.

Şanda Îsraîlê bi firokek hêla esmanî ya Îsraîlê El AL ji firokxana Ben Gurion li Tel Aviv bi amadebûna wezîrê Xezana Amerîkî Steve Mnuchin gihane Maname paytexta Bahreyn.

Ofîsa Mnuchin ragihandbû ku armanca şandê "hevkarîya aborî ya berfirehe" di navber bahrayen û Îsraîlê da.

Wezîrê derve ya Bahreyn Abdulatîf Al Zayanî got, ev serdan jibo çalak kirin û algirîya ragihandina aştiyê ye di navbera Îsraîl û Bahreynê da, Al Zayanî herwiha tekez kir ku ev pêngavek dîrokî girine ku peyama şahê Bahreyn bo bicih anîna ewlehî, aştî û pêşketinê ye li herêmê.

Serokwezîrê Îsraîlê di civîna kabîna hikûmetê da bi şêweke eşkera ragihand ku şanda dê karî jibo "Bicih kirina peymana aştiyê bike".

Îsraîlê û Bahreyn "peymana aştî, hevkarî û têkiliyên dîplomasî yên avaker û biratî ragihandî ye." Ev yek roja 15 Îlona li Qesra Spî li Washington di ahenga îmza kirinê da ragihandbû.

Ji aliyê xwe ve, wezîrê Xezana Amerîkî Steve Mnuchin got delîvên baş yên hevkariyê hene di navbera Amerîka, Îsraîl û Bahreynê da, di gelek waran da ya pêşî di warê aborî û weberhênanê da û got "Em li bendê ne, di pêşerojê da gelek geştên bazirganî di navbera Îsraîl û Bahreynê da pêk bihên. Delîvek mezin heye di navbera hersê welatan da jibo hevkariya di warê aborî, weberhênan, roşenbîrî û ewlekarîyê da."

Mnuchin dîsan got"Li vêderê ez sopasiya serok Trump û Şahê Bahreyn û herwiha yê Serokwezîrê Îsraîlê dikim, jibo serkoatiya wan ya mezin û hewildanên wan yên jibo aştiyê, herwiha dê çendîn danûstandin û şêwirandinan di çend rojên bihên da encam bidîn." Mnuchin got.

Berpireskî ku beşdarî di amadekariyên şandê da kirîye dibêje, Îsraîl û Bahreyn dê daxuyaniyekê îmza bikin ku asta têkiliyan bilind tir bikin.

Ji hejî bîrxistinê ye ku şanda îro ya Îsraîlê bi rêya hêla esmanî ya El Al pêkhatiye û hejmara geştê 973 bû, ev jî kod û hejmara welatê Bahreyn ya têkiliyên navnetewî ye.

Hatiye plan kirin ku roja Duşemê Mnuchin û endamên din yên şanda Amerîkî bigehin Îmaratên Yekgirtî yên Arabî da ku li gor peymanê deriyê bazirganiya dualî hatiye vekirin çalak bikin. Roja Sêşemê jî, şanda Amerîkî tevî şandek Îmaratan dê serdana Îsraîlê bikin.

XS
SM
MD
LG