Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bahreyn û Îsraîl Ser Pêşvebirina Bazirganîya Serbest Danûstandinê Dikin


Ajansa nûçeyan ya Reutersê îro Sêşemê ragihand ku Îsraîl û Bahreynê dest bi danûstandinên ser bazirganîya serbest kirine.

Îsraîlê berî du salan bi navbeynkarîya rêvebirîya Amerîka peywendîyên xwe yên diplomatîk bi Bahreyn û Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî (Îmarat) re anîn asteke normal.

Ji wê çaxê vir ve, peywendîyên Îsraîl û Îmarat pêşve çûn, lê bazirganîya Îsraîl û Bahreynê li paş ma.

Îsraîl û Îmarat di meha Gulanê de peymaneke bazirganîya serbest îmze kirin ku li gor wê peymanê bazirganîya wan di 5 salan de ji 1,2 mîlyar dolara heta 10 mîlyar dolaran radibe.

Bazirganîya Îsraîl û Bahreynê di 2021’an bi qasî 7,5 mîlyon dolar bû.

Reutersê da zanîn ku karbidestên aborî yên Îsraîl û Bahreynê do Duşemê li Bahreynê kom bûne û ser pêşvebirina bazirganîyê danûstandin kirine.

XS
SM
MD
LG