Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çar Bajarvanên ji HDP'ê Hatin Desteser Kirin


4 bajarvanên ji Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) îro Înê hatin desteser kirin.

Serdozgerîya Komarî dijî bajarvanên Stêwr, Dêrik û Şemrex ya Mêrdînê û bajarvana Sirûc ya Ruha lêpirsîn vekiribû.

Li gor karbidestên Tirkîyê bajarvanên her çar navçeyan jiber ‘’lêpirsînên terorê’’ hatine desteser kirin.

Jêderên herêmî didin zanîn ku hêzên ewlekarîyê tevî bajarvanên bi navê Gulistan Oncu, Mulkiye Esmez, Nalan Ozaydin û Hatîce Çevîk, 10 kesên din jî desteser kirine.

XS
SM
MD
LG