Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bajarvanê New Yorkê Hemî Bernameyên Heta Hezîranê Betal Kirin


Bajarvanê New Yorkê Bill de Blasio
Bajarvanê New Yorkê Bill de Blasio

Bajarvanê New Yorkê Bill de Blasio dîyar kir ku wan hemî konser, festîval û bernameyên din yên heta Hezîranê betal kirine.

Bill de Blasio da zanîn ku ew dixwazin ku bi betalkirina çalakîyan rêjeya belavbûna vîrusa korona kêm bikin.

Wî roja Înê gotibû ku ew çalakîyên heta Gulanê betal dikin.

Li gor daxuyanîya Bill de Blasio, bo hemî bernameyan dê jinûve plan çêbe.

Vîrusa korona li eyaleta New Yorkê ketiye canê pirtir ji 250,000 kesan û 18,609 kes kuştine.

XS
SM
MD
LG